Kurm. | Kirm. | Tr | D |   | 
    
      DIYARBÛN
      Û PÊSHVEÇÛNA  ZIMÊN - [1] [2] [3]
      Alan Dilpak
        
      
        1;0 - 1;6
         
        
          |   |  
             |  
           | 
         
       Dema ku dayîk ji Rondo re dibê
      "Mû, mange", Rindo mangeyekê tîne
      ber çavên xwe. Ev gotin û deng wek kod di
      mijîyê Rindo de cih digirin.
      
        1;6 - 2;0
         
        
          |   |  
             |  
           | 
         
       Rindo êdî dizane, ku her
      tishtek xwedîyê navekî ye.
      
        1;6
         
        
          |   |  
             |  
           | 
         
       Fêmkirina Rindo ji axaftina
      wî pêshketîtir e. 
      Dema ku mirov ji wî dipirse "Ka pozê te?",
      ew pozê xwe shanî dide.
      Rindo di vê demê de êdî
      bi hevokên ku ji yek-gotin pêktên daxive. 
      Ew dibê "ham-ham" û wateya wê, "Ez
      dixwezim tishtekî bixwim." e. 
      Rindo dibê "Dayê" û dixweze ku dayîka
      wî were ba wî. 
      Rindo dibê "Dayê" û dayîka
      wî dizane ku Rindo ditirse. 
      Rindo dibê "Dayê" û dayîka
      wî dizane ku Rindo dixweze were ber hemêza wê.
      
        1;6 - 2;0
         
        
          |   |  
             |  
           | 
         
       Bi zêdebûna gotinan re,
      di gencîneya peyvan ya Rindo de, ew êdi hevokên
      bi pir gotinan çê dike. Lê ev hevok ne rêzimanî
      ne û tenê kesên ku bi Rindo re di têkilîyên
      nêzîk de ne (wek dayîk), dikanin hevokên
      wî fêm bikin. 
      Wek nimûne: 
      dayê shîr vexwe pir xwesh 
      Wate: Dayê ez ji vexwerina shîr pir hez dikim.
      
        1;6 - 2;0
         
        
          |   |  
             |  
           | 
         
       Rindo êdî lêkolînvanekî
      biçûk e.
      
        2;0
         
        
          |   |  
             |  
           | 
         
       Rindo kanîna xwe feretir kiriye
      - Ew dikane wêneyan nas bike. Ne hewce ye, ku tisht liber
      çavên wî bin. Dema ku ew wêneyan dibîne,
      dikane êdî navên wan jî bibê.
      Rindo dikane hevokan çê
      bike, lê di warê rêzimanî de hên
      shashîyên wî hene. (kesandina lêkeran,
      pirhejmar û hwd.) 
      Nimûne: Rindo çû.  Dîlan û
      Loran çû.
       
      
        - pêshveçûna
        zimên [1] [2] [3]
        
- [zimanê
        dayîk çi ye?] [perwerde] 
        
vegere
        jor
          
     |