Kurm. | Kirm. | Tr | D |   | 
    
      Zimanê
      dayîk çi ye?
      Alan
      Dilpak
        
      Zimanê dayîk di
      ferhengên almanî de wisa cih girtiye: 
      Zimanê dayîk, zimanê ku mirov ji zaroketîya
      xwe vir de fêr bû ye (Wahrig, Deutsches Wörterbuch). 
      Zimanê dayîk, zimanê ku zarokek wek zimanê
      herî pê,î fêr bû ye (Karl Dieter
      Bünting, Deutsches Wörterbuch). 
      Zimanê dayîk, zimanê ku zarokek wek zimanê
      yekemîn fêr bû ye (Karl Dieter Bünting,
      Deutsches Wörterbuch). 
      Zimanê dayîk, zimanê ku kesek di zaroketîya
      xwe de fêr bû ye (Knaur, Deutsches Wörterbuch). 
        
      Zimanê dayîk di
      ferhengên kurdî de wisa cih girtiye: 
      Feryad Fazil Omer: Muttersprache
      ---> zimanê mader 
      Amîrxan: Muttersprache ---> dêziman, zimanê
      makî, zimanê dayîkî 
      D. Îzolî: Zimanê mader ---> anne dili 
      Fetullah Kakioglu: anadili ---> zimanê mader 
      Prof. Farizov: ana dili ---> zimanê dê 
        
      Zimanê dayîk di
      ferhengên tirkî de wisa cih girtiye: 
      anadil: Zimanê ku jê
      hin zimanên din jî çê bûn. (kendisinden
      bashka diller türemish diller). 
      anadili: Zimane ku di zaroketîyê de ji dayîkê
      tê fêrbûn (çocuklukta anneden ögrenilen
      dil). 
      Wexta ku mirov van ferhengan
      dide berhev, di derheqê zimanê dayîk de du
      dîtin tên ber çavan: Hin kes zimanê
      dayîk li dayîkê girê didin û bi
      gotinên "zimanê dayîkê, zimanê
      dê, zimanê mader ---> anne dili, anadili"
      bi lêv dikin û hin jî wî bi dema zaroketîyê
      ve girê didin û bi gotinên "zimanê
      dayîkî, zimanê makî, dêziman, makziman,
      anadil) bi lêv dikin. Wê çaxê mirov
      dikane bibê, ku tishtên ku tên gotin di bingehê
      de ji hev cuda ne. Hin kes zimanê dayîk li dayîkê
      tenê girê didin û bi vî awayî zimanê
      dayîkê wek zimanê gelî (orjîn,
      êtnîkî) dihesibînin, lê hin jî
      zimanê dayîk wek zimanê ku di zaroketîyê
      de tê fêrbûn dibînin û girêdana
      wî li êtnîyê (orjîn, gel) wek merc
      (shert) nabînin. Jiboku ev mijar bash bê fêmkirin,
      pêwîst e, em li bersiva hin pirsan bigerin, wek nimûne: 
      Gelo zimanê van zarokan,
      yê dayîk çi ye, heger: 
       * dayîk û bav
      kurd in. Zimanê ku ew pê daxivin Kurdî ye û
      zarok fêrî Kurdî bû. 
       * dayîk alman e, bav kurd e. Zarok bi alîyê
      (teref) bavê kurd ve hate perwerdekirin, zarok fêri
      Kurdî tenê bû. 
       * dayîk kurd e, bav alman e. Zarok bi alîyê
      (teref) bavê alman ve hate perwerdekirin, zarok fêri
      Almanî tenê bû. 
       * dayîk alman e, bav kurd e. Zarok bi alîyê
      (teref) dayîka alman ve hate perwerdekirin, zarok fêri
      Almanî tenê bû. 
       * dayîk û bav kurd in, lê zimanê
      ku ew pê daxivin Tirkî ye û zarok fêrî
      Tirkî bû. 
       * dayîk û bav tirk in, lê zimanê
      ku ew pê daxivin Kurdî ye û zarok fêrî
      Kurdî bû. 
       * dayik tirk e, bav kurd e. Li mal bi herdu zimanan (Kurdî,
      Tirkî) tê axaftin. Zarok fêrî herdu zimanan
      bû. 
      Ligor bersivên van pirsan
      jî tê dîtin, ku tarîfkirina (Definition)
      zimanê dayîk ne haqas hêsan e. Mirov dikane
      zû bikeve nav shashîyan. Heger em bi hin gotinên
      din bi lêv bikin, em dikanin mijara xwe wisa zilal bikin:
      Jibo her kesî bi du taybetîyên bingehîn
      ziman hene. Zimanê êtnîkî (orjînî)
      û zimanê bingehîn, yanê yê ku wek
      zimanê yekemîn di dema zaroketîyê de
      hate fêrbûn. Ligor bawerîya me jî mirov
      nikane zimanê dayîk herdem li dayîkê
      tenê girê bide û di bin her mercê de
      wek zimanê taybetî, yanê êtnîkî
      (orjînî) bihesibîne. Jiberku taybetîyên
      ku zimên dikin zimanê dayîk funksiyonên
      wî ne. Zimanê Kurdan yê taybetî (gelî,
      orjînî, êtnîkî) Kurdî ye.
      Lêbelê zimanê hin kurdan yê dayîk
      Kurdî nîne. Ew di zaroketîya xwe de fêrî
      hin zimanên din bûne û ew ziman jibo wan bûne
      zimanê dayîk, wek: Erebî, Farisî, Tirkî,
      Almanî û hwd. Ev rastîya ne jibo kurdan tenê,
      lê jibo her gelî jî wisa ye. Ji hin gelan zaf
      malbat di zû de wek koçer hatin Almaniyayê.
      Ji nijada (ziryet, Generation) 3. pir kesên ku bi zimanê
      xwe yê êtnîkî, wek Tirkî, Kurdî
      nizanin, lê bi zimanê Almanî dizanin, hene.
      Di hin malbatên ciwan de dê û bavên zarokan
      bi Almanî daxivin û zarokên wan jî fêrî
      zimanê Almanî bi tenê dibin. Di vê nimûnê
      de berçav dibe, ku orijîna dê, bav û
      zarok kurdî, yan jî tirkî ye, lê zimanê
      wan yê dayîk, yanê bingehîn jibo danûstandinê,
      Almanî ye. Jibo vê yekê em dibên, dîtina
      ku zimanê dayîk li dayîkê tenê
      girê dide û wî di bin her mercê de wek
      zimanê taybetî (êtnîkî, orjînî)
      dibîne ne di cih de ye û kêm e. Loma em dikanin
      ligor shîrovekirina xwe ya heya niha di warê bilêvkirinê
      de jî ashkere bikin, ku divêt gotinên "zimanê
      dayîk", "dêziman" yan jî "makziman"
      werin bikaranîn. 
        
      Em dikanin diyarbûna
      zimanê dayîk bi vî awayî bidin nasandin
      (Definition): 
      Hin lêkolînvan dibên,
      ku fêrbûna zimên jibo zarokan di rehîma
      dayîkê de dest pê dike. Bi rastî jî
      rewsha dayîkê ya psîkolojîkî bi
      her awayî bandorê (tesîr) dide ser zarok hên
      di rehîma wê de. Lê mirov nikane vê bandorê
      wek bingeha zimên binirxîne. Jiberku, wek tê
      zanîn, hin zarok bi alîyê psîkolojîkî
      ve qet ligor dayîka xwe naçin, lê ligor bavê
      xwe diçin. Wek me di destpêka gotara xwe de jî
      anîbû zimên; pishtî bûyîna
      zarokan, dengên ku ew çê dikin, wek qêrîn
      û girîn hin taybetîyên girêze (instikt)
      ne û hên ne ziman in. Ziman taybetîyeke mirov
      e û ev wek nîshaneke taybetî wî ji hebûnên
      din yên jiyandar cuda dike. Mirov jî wek tebayên
      pêshketî hest, êsh û janên xwe
      bi hin dengên xweristî (xwezayî, tebî)
      ashkere dike. Lê ev hên ne ziman e, jiberku di zimên
      de sîstêmek heye, ya ku ji hin îsharetan (tîp)
      pêk tê, û ev jî cudahîya navbera
      teba (heywan) û mirovan e. 
      Her zarokekî bi jiyaneke
      tendurist ji bûyîna xwe pê ve bê bandor,
      bi awayekî xweristî (xwezayî, tebî) fêrî
      zimanê xwe yê dayîk dibe. Zarok berê
      organên xwe yên dengan nas dike û bi wan hînî
      çêkirina dengan dibe. Nêzîkî 12
      mehan zarok dest bi çêkirina hin hevokên yekgotinî
      dike (Gava-Lall). Ev hevok ji gotineke tenê pêktên,
      lê xwedîyê wateyeke mezin in (wek; hew hew:
      Kûçik tê, kûçik diçe.).
      Bi sal û nîvekê zarok dibin xwedîyê
      nêzîkî 50 dengên (hevokên) yekgotinî. 
      Pashê zarok pêshvebirina zimanê xwe bi gava
      dugotinî didomîne (wek; derpî shil) û
      gencîneya xwe ya peyvan bilez dewlemendtir dike. Hejmara
      peyvan di gencînê de bi sê salan digihîne
      nêzîkî 850 peyvan. Zarok bi du salan bi gava
      du- û zêdetirgotinî dike. Di vê gavê
      de zarok hînî taybetîyên zimên
      yên dijwar dibe û peshveçûna bilez dimeshe. 
       
      Lîstik, henek, tishtanok, mamik, metelok, pêkenok,
      hewaldan (kurteçîrok), çîrok û
      stran di fêrbûna zimên de roleke giring digirin.
      Bi vî awayî zarok hînî zimanê hawîrdora
      xwe dibe. Ew hînî gotinan bi tenê nabe, lêbelê
      fêrî wateyê (mane) wan jî dibe. Zimanê
      ku bi vî awayî hatiye fêrbûn zimanê
      dayîk e. Bi alîkarîya vî zimanî
      zarok dikane fikirên xwe pêshve bibe, ligor têgihîshtin
      û kanîna xwe dinyake xwe diyar bike û tishtên
      nû fêr bibe. Jibo vê yekê mirov dikane
      di zimanê xwe tenê de fikir, raman û hesten
      xwe bi awayekî bash bîne zimên. 
      Mirov çiqas fêri
      zimanên din jî bibe, hin nirxên xwe yên
      bi naverokeke gelî, wek; stran, govend, lîstik, kurteçîrok,
      çîrok, metelok, tishtanok û pêkenok,
      dikane bi zimanê xwe yê dayîk hewalde. Wek
      nimûne: mirov nikane hin pêkenokan wergerîne
      zimanekî din. Dema ku mirov werdigerîne jî
      dibin wek xwerineke bê xo û tu tam tê de namîne. 
       
      Di diyarbûn û pêshveçûna zimanekî
      dayîk de malbat û hawîrdora civakî roleka
      bingehîn dilîzin. Heger mirov dixweze, ku zimanê
      etnîkî (orjîn) wek zimanê dayîk
      diyar bibe, pêwîst e, mirov mercên (shert)
      malbatî û civakî bicih bîne. Di malbatê
      xwe de ligor rabûn û rûnishtina gelê
      xwe bije û bi zimanê xwe yê taybetî baxive. 
      Li her dera dinyayê zarok bi heft salî dest bi çûna
      xwendegehê dikin. Ev ne tishtekî tesadûfî
      ye, jiberku zarokên ji heft salî biçûktir
      nikanin xwestekên dibistanî bi cih wînin. Heft
      salî jibo zarokan dema kamîlbûnê ye jibo
      dibistanê. Amadekirin û pêshvebirina zarokan
      jibo dibistanê bi piranî bi zimanê dayîk
      dibe. 
       
      Jibo pêshveçûna kesan û kesayetîyeke
      bixwebawer, merc e, ku zimanê wî yê dayîk
      di dibistanê de jî bê bikaranîn. Heger
      ev mumkin nebe, pêshveçûna wî kesî
      bi her awayî temam nabe û di nîvçe de
      dimîne. Piranîya zarokên biyanîyan li
      dervayî welêt bi vî awayî ye. Zarok bi
      zimanekî din (biyanî) dest bi dibistanê dikin
      û pêshketina wan ya di zimanê dayîk de
      qut dibe û her çi diçe ji zimanê xwe
      yê dayîk bi dûr dikevin. Bi vî awayî
      ew ne bi zimanê xwe yê dayîk bash dizanin,
      ne jî zimanê, ku li dibistanê tê bikaranîn
      bash fêr dibin. Bi destpêka dibistanê zarok
      dikevin nav hin nakokîyên dijwar. Ev nanokî
      serketin û pêshveçûna zarokan dixin
      bin bandoreke neyenî (negativ). 
        
      Zimanê dayîk pir
      in: 
      Mirov nikane bibê, ku zimanê
      netewî (mîllî, nasyonalî) herdem zimanê
      dayîk e. Di dewleteke wek Tirkiyê de pir netew dijîn
      û zimanê wan yê dayîk jî ne tirkî
      ye. Jiberku li wê derê pir netewên din jî
      dijîn wek: Kurd, Laz, Çerkez, Ashûrî,
      Ereb, Ermenî, Yownanî, Azerî, Ozbêkî
      û hwd. 
      Zimanê her netewê ji van dikane bibe zimanekî
      dayîk. 
      Piranîya hin malbatan ji
      du netewan pêktên. Mirov nikane di vê rewshê
      de behsa zimanekî dayîk bi tenê bike. Mumkun
      e, ku di hin malbatên bi vî awayî de bi herdu
      zimanan tê axaftin. Zarokên ji van malbatan bi awayekî
      xweristî hînî du zimanan jî dibin. Zarokên
      ku di bin van mercan de mezin dibin, dibin xwedîyê
      du zimanên dayîk. Ne merc e, ku zarok fêrî
      zimanê dayîka xwe tenê bibe. 
      Ligor hin berhemên lêkolînvanan
      zarok dikanin bi hev re fêrî du zimanan û zêdetir
      jî bibin. Ew vê mêtodê wek shêweyekî
      erênî dibînin û pesna wê didin.
      Zarok vê çaxê ji zimanekî heta zimanê
      din wernagerîne, jiberku herdu ziman jibo wî zarokî
      zimanên dayîk in. 
        
      Zimanê dayîk,
      bi rastî çi ye? 
      
        
          |  Faktor |  
          Ziman |  
         
        
          |  Çavkanî |  
          Zimanê ku cara pêshîn
            hatiye fêrbûn |  
         
        
          |  Bikaranîna
            zimên |  
          Zimanê ku mirov herî
            bashtirîn pê dizane |  
         
        
          |  Hestên
            xwedîziman |  
          Zimanê ku axaftvan wek
            zimanê xwe dibîne |  
         
        
          |  Bawerîya
            guhdaran |  
          Bewarîya kesên
            guhdar çi ne, dema ku mirovek daxive? Ev zimanê
            ku ev mirov pê daxive, zimanê xwe yê dayîk
            e, yan jî na. |  
         
        
          |  Funksiyon |  
           Zimanê ku mirov
            bi piranî pê daxive. |  
         
       
      Ev faktor xwe didin ser bingehên
      têyorîk yên cûrbecûr. Pêwîst
      e, ku di zimanê dayîk de ev gisht faktor cih bigirin. 
      Li vê derê diyar
      dibe, ku faktor hem besh bi besh bi hev re harmonî pêktînin,
      hem jî besh bi besh ji hev diqetin. 
      Mirov dibîne ku, li ba
      gelek ciwan û zarokan, zimanê ku ew jê tên,
      zimanê ku ew wek zimanê dayîk pê fêr
      bûne, lê ev nayê wê maneyê, ku
      ew vî zimanî herî bash dizanin. 
        
      Wateya (mane) zimanê
      dayîk jibo sosyalîzasyonê (shekilgirtin di
      civakê de) 
      Zimanê dayîk di her
      warî de xwedîyê hin funksiyonan e, yên
      ku dev jê nayê berdan: 
      1. Ziman wek zimanê dayîk
      jibo vegihîshtandin û çespandina (stabilîze,
      zexim) kesayetîya zarok, xwedîyê roleke giring
      e; pêshketin û kesayetîya bingehîn ya
      zarok pêktîne. 
      2. Di ziman, wek zimanê
      dayîk de, zarok binavkirin û tegîshtina derûdora
      xwe yekser (dîrêkt) tîne ziman û rêya
      xwe peyda dike. 
      3. Ziman wek zimanê dayîk
      derfetê dide zarok, ku vegirtin, dîsa (cardin) gotin
      û têgîshtina cîhanê, ya ku dîrêkt
      li derdora wî ya têgihîshtinê (fêmdarîyê)
      ye; rê dide, ku zarok serpêhatîyên giring
      fêr bibe û ji kesên din re bibê. 
      4. Ziman, wek zimanê dayîk
      zanabûna civakê di xwe de dihewîne. 
      5. Ziman, wek zimanê dayîk,
      di nav malbat û grûpê de, wasiteya têkildarîya
      hundirîn e. Bi wî mirov dikane çîrokên
      giring bibê û bijîne; di malbat û grûpê
      de têkilîya civakî biguherîne, bafirîne
      û bidomîne; raman û sîstêmên
      fikrê bide û bistîne, bi kurtî: çêkirin
      û dîsa nûkirina kesayetîya çandî
      ya rojane ye. Bi gishtî jî ev funksiyona zimanê
      dayîk di rewsha bêgane de, bi taybetî di xeterê
      de ye; berî her tishtî zarok û xortên
      hên nû digîjin dikanin zimanê dayîk,
      yê ku wan nêzîkî hev dike, winda bikin.
      Dê û bav û zarok çawa hev bi hev bidin
      fêmkirin, eger zimanê dayîk yên cuda
      bipeyivin, eger di nav malbatê de rêzeke zimanî-çandî
      peyda bûbe? Xort dê çawa kanibin bi normên
      dijhevî serî derkevin? Ew zarok çawa funksiyona
      têkilî ya zimên, ya ku bi gelemperî biriyara
      civakî ne, fêr bibin, pêshve bibin û
      ji hev cuda bikin? 
        
      
  
      Çavkanî:
      1. Ackermann, Irmgard: 
      In zwei Sprachen leben, Deutscher Taschenbuch Verlag 1992, München.
      2. Amirxan: 
      Ferhenga Almanî-Kurdî, Max Hueber Verlag, 1992, D
      - 8045 Ismaning 
      3. Barth, Wolfgang: 
      Muttersprache der Migranten, Zweisprachigkeit und Zweitspracherwerb.
      4. Budde, Hildegard: 
      Für interkulturelle Erziehung qualifizieren, Band 2: 
      Hintergrundinformationen und Medien, Berlin 1990.
      5. Bünting, Karl-Dieter: 
      Deutsches Wörterbuch, Issis Verlag AG, Chur/Schweiz, 1996.
      6. D. Îzoli: 
      Ferheng, Kurdi-Trki / Trki-Kurdi, Weshanên Deng, Ûstanbul-1992.
      7. Driever-Fehl, Dorothea: 
      Interkulturelle Kommunikation
      8. Feryad Fazil Omar: 
      Kurdisch-deutsches Wörterbuch, Ferhenga Kurdî-Elmanî, 
      Kurdische Studien, Berlin-1992, Verlag für Wissenschaft
      und Bildung.
      9. prof. FARIZOV: 
      Ferhenga Tirkî-Kurdî, Ankara 1994, Öz-Ge Yaynlar
      18.
      10. Knaur: 
      Das deutsche Wörterbuch, Lexikographisches Institut, München
      1985.
      11. Lexikon der Pädagogik in
      3 Bänden, Verlag A. Francke AG., Bern 1951.
      12. Lorenz, Z. Konrad - Oksaar, Els
      : 
      Der Mensch und seine Sprache, Propyläen Verlag.
      13. Lewandowski, Theodor: 
      Linguistisches Wörterbuch, Bd. I, II, III, Quelle &
      Meyer Heidelberg.
      14. Özön, Mustafa Nihat: 
      Türkçe cep sözlü©ü, Ûnkilap
      ve Aka Koll. Shti., Ûstanbul 1977.
      15. Radick, W. : 
      Wie Andy das Sprechen lernt, Königstein/Ts. 1982
      16. Todorov, Tzvetan - Ducrot Oswald
      : 
      Enzyklopädisches Wörterbuch der Sprachwissenschaften,
      Athenaion Verlag.
      17. Wahrig, Gerhard: 
      Deutsches Wörterbuch, Mosaik Verlag, 1980.
      18. Wiegand, Karin: 
      Zur Sprachentwicklung von Kindern.
       
        
      
        - [pêshveçûna
        zimên] [zimanê
        dayîk çi ye?] [perwerde] 
        
vegere
        jor
         
     |