Kurm. | Kirm. | Tr | D |   | 
    
      Perwerde
      Alan Dilpak
       
      Perwerde danûstandineke civakî ye di navbera mirovan
      de. Armanc ew e, ku kesê tê perwerdekirin (bi piranî
      zarok yan jî ciwan) ligor bingehên civakî yên
      erênî werin xwedîkirin û ji bandorên
      (tesîr) neyênî bên parastin. Perwerde
      tim kontrola rabûn û rûnishtana kesan e, yên
      ku, di sîstêma civakî de bi awayekî misoger
      (parêzî) cihê xwe bigirin. 
      Ligor dîtina modêrn naveroka
      perwerdê him jî ew e, ku kesîtîyeke azad
      û serbixwe were vejandin yan jî afirandin. 
       
      Norm û nirxên perwerdê yên îdîyal
      tim di bin bandora demê de ne û tên guhertin. 
      Karûbarên perwerdeke xwedî plan û armancên
      diyarkirî yê îdîyal jibo kesekî
      ciwan ew in, ku di ber her tishtî de, ligor taybetî
      û kanînên wî kesî derfetan amade
      bike, yên ku jibo pêshveçûn û
      serketina wî pêwîst in. Ev prosêsa civakî,
      di nav malbatê û sîstêma dewletê,
      ya perwerdeyî de, pêktê û bandora hin
      faktorên hawîrdorî jî lê dibe.
      Encama perwerdê bi tenê ew nîne, ku kesan bike
      endamê civakê. Lêbelê yek encama wê
      ya giring jî ew e, ku kesan bike xwedî taybetîyên
      rexneyî û erênî jibo civakê. 
       
      Her modêla perwerdê tim di bin kontrola demê
      de ye û ligor polîtîka pêvejoyê
      tê guhartin (wek: dêmokratîk, fashîst,
      û hwd). 
      perwerde 
      A. Ligor cih 
       
        a) malbat 
        b) hawîrdora civakî 
        c) xwendegeh / dibistan 
        d) sazîyên olî (xwendegeh, kurs,
      mizgeft) 
       
      B. Ligor bandorê 
       
        a) bandora bê armanc 
        b) bandora bi armanc 
       
      Karûbarên perwerdê yên bingehîn
      ev in: 
       
      A. diyarkirina armancên perwerdê 
      B. amadekirina derfetên hînbûnê 
      C. nirxandin û kontrolkirina pêshvaçûna
      hînbûnî 
        
      
  
      Çavkanî:
      1. Ackermann, Irmgard: 
      In zwei Sprachen leben, Deutscher Taschenbuch Verlag 1992, München.
      2. Barth, Wolfgang: 
      Muttersprache der Migranten, Zweisprachigkeit und Zweitspracherwerb.
      3. Budde, Hildegard: 
      Für interkulturelle Erziehung qualifizieren, Band 2: 
      Hintergrundinformationen und Medien, Berlin 1990.
      4. Driever-Fehl, Dorothea: 
      Interkulturelle Kommunikation
      5. Lexikon der Pädagogik in
      3 Bänden, Verlag A. Francke AG., Bern 1951.
      6. Lorenz, Z. Konrad - Oksaar, Els
      : 
      Der Mensch und seine Sprache, Propyläen Verlag.
      7. Lewandowski, Theodor: 
      Linguistisches Wörterbuch, Bd. I, II, III, Quelle &
      Meyer Heidelberg.
      8. Radick, W. : 
      Wie Andy das Sprechen lernt, Königstein/Ts. 1982
      9. Todorov, Tzvetan - Ducrot Oswald
      : 
      Enzyklopädisches Wörterbuch der Sprachwissenschaften,
      Athenaion Verlag.
      10. Wiegand, Karin: 
      Zur Sprachentwicklung von Kindern.
       
      
        - [pêshveçûna
        zimên] [zimanê
        dayîk çi ye?] [perwerde]
        
vegere
        jor
         
     |