|  Dayika bazê ciwan wisa temî
            li wî kirin (shîret dan wî): "Lawê
            minê delal, jiyana me bazan pir dijwar û bi xeter
            e. Pêwîst e tu xwe herdem biparêzî. Jibo
            me nêçir karekî pir bi zahmet e. Bi piranî
            em nêçirê xwe ji dûr ve, yan jî
            ji jorde dibînin. Dema ku em xwe berdidin ser nêçirê,
            em pir bilez difirin. Pir caran em nêçirê
            xwe digirin. Lê hin caran jî em li zinar û
            daran dikevin, bi birun dibin, kûd dimînin yan jî
            di temenê xwe yê ciwan de dimirin. Jibo vê
            yekê pêwîst e, tu van gotinên min qet
            ji bîrnekî û herdem balkêsh bibî!"
 Bazê ciwan demeke
            dûr û dirêj gotinên dayika xwe ji bîrnekirin
            û her cara ku ew derdiket nêçirê, tim
            jî tirs di dilê wî de hebû. Bi vî
            awayî bazê ciwan jiyana xwe didomand. Herçi
            ku ew kaltir dibû, tirsa dilê wî jî mezintir
            dibû. Rojekê baz kûr ponijî, jiyana xwe
            û çûçik û balindeyên din
            dan berhev. Tishtekî bala wî zaf kishand. Wî
            hên qet tu qijikên ku di temenê xwe yê
            ciwan de mirî nedîtin bû. Bazê xwest
            ji qijika qirqirok bipirse, hele bila jiyana wan çawa
            ye û sira vê jiyana bê xeter û dirêj
            çi ye.Baz çû serdana qijikê.
 "Roj bash,
            qijika hêja!" "Roj bash bazê
            bi rûmet! We xêr e, sedema serdana we çi bû?" Bazê got: "Jiyana min
            pir bi xeter û dijwar e. Heval û xizmên min
            bi piranî di zû de, di temenê xwe yê
            ciwan de ya kûd bûn yan jî mirin. Herçî
            ez berbi salan ve tarim, tirsa dilê min jî mezintir
            dibe. Ez dixwezim fêrî sira jiyana te bibim û
            ji hiro pash ve jiyana xwe wek ya te bidomînim." Qijik bi çavên
            matmayî li bazê nêrî û got: "Liser seran
            û çavan. Hûn dikanin sibe bi min re derkevin
            nêçirê û heta ku hûn bash fêrî
            jiyana min bûyî jî li ba min bimînin." Roja din baz û qijik bi hevre firîyan ser darekê.
            Qijikê ji bazê re got:
 "Ne pêwîst
            e, ku em jibo nêçirê herin derên dûr.
            Niha nêçirê me dê bi xwe were ber nigên
            me." Bazê tishtek negot û bi meraq li ba qijikê
            xwe da benda nêçirê. Pishtî demekê
            qijikê dest bi qîreqîrê kir. Baz li der
            û dora xwe nêrî û tishtekî, ku
            ji wan re bibûya nêçir nedît. Herçi
            ku diçû qijikê bi dengekî hên
            bilindir dikire qîreqîr.
 Bazê ji qijikê pirsî:
 "Hevala qijik,
            tu dike qîreqîr, xwîya ye, ku te nêçirek
            dîtiye." Qijikê got "Erê!"
            û qîreqîra xwe domand. Bazê careke din
            der û dora xwe seh kir û dîsa jî tu nêçir
            nedît. Herçi ku diçû baz dilteng bû
            û wî ji qijikê pirsî: "Hevala qijik,
            tu dikanî nêçirê me shanî min
            jî bikî?" Qijikê wisa bersiv
            da bazê: "Hevalê
            bi rûmet, tu hevqas ker û hespên hanên
            jêrîn nabînî? Bazê berê
            xwe ber bi qijikê ve kir û got: "Belê,
            ez wan dibînim. Lê em nikanin wan ji xwe re bikin
            nêçir." Qijikê bi awayekî
            pajirandinê serê xwe li ba kir û got: "Gotinê
            we rast e. Ew ji me re nabin nêçir. Lê rizqê
            me bi wan ra ye." Bazê ji gotinên
            qijikê tishtek fêm nekir û bi dengekî
            sert pirsî: "Çawa,
            ez tênegihîshtim?" Qijikê xwe di
            cihê xwe de virdewêde livand û bi awayekî
            rêzgirtî axaftina xwe domand: "Niha ker û
            hespên rixê xwe bikin, ..." Hên qijikê
            gotinên xwe neqedandibûn, bazê axaftina wê
            birî û pirsî: "Tu çi
            dibêyî, hevala qijik? Yanê emê zikê
            xwe bi rixa ker û hespan têr bikin?" Qijikê nikulê
            xwe berjor ve kir û got: "Na, hevalê
            hêja, em hên hevqas neketine wê radeyê,
            ku em rixê ker û hespan bixwin. Helbet em rixê
            naxwin, lê emê teneyên di nav rixê de
            hilbijêrin û pê zikê xwe têr bikin." Baz bi gotinên
            qijikê mat ma, çavên xwe berdan wê û
            jê pirsî: "Yanê
            tu dibêyî, emê çavên xwe berdin
            ser qûnên ker û hespan, heta ku wan rix kiriye.
            Pashê jî emê zikê xwe bi teneyên
            di nav rixa wan de têr bikin û bi vî awayî
            jiyaneke dirêj, ya bê xeter bidomînin?" Qijik sha bû,
            ku bazê ew tisht bash fêm kiriye û got: "Erê!
            Niha hûn jî têgihîshtin, ku rizqê
            me bi ker û hespan ra ye, yanê di nav rixa wan de
            ye?" Baz careke dawî
            li qijikê nêrî û got: "Hevala qijik
            biborîne! Ez dixwezim herim. Te ez hiro fêrî
            pir tishtên giranbiha kirim. Ez bash têgihîshtim
            sira jiyana te. Min hiro fêm kiriye, ku baz tu caran nabe
            qijik. Jiyaneke wek ya te ne jibo min e. Ez bi jiyaneke dirêj,
            wek ya te, ne razî me. Jiyana min, ya bi xeter û
            kurt, lê serbilind jibo min hên bashtir e." Pashê bazê
            xatirê xwe ji qijikê xwest û got: "Bimîne
            di nav xweshîyê de!" Ew berbi ezmanan ve
            bilind firîya û bi çavên xwe yên
            wek dûrbîn li nêçireke xwe gerîya.
            Gotinên dayikê dîsa hatin bîra wî
            û di dilê xwe de got: "Ez wek baz
            hatim dinyayê û nikanim wek qijik bijîm. Xwelî
            bi ser kesan de, ku wek baz tên dinyayê, lê
            jiyana xwe wek qijikan didomînin. Mezinên me bi valahî
            negotine, ku 'her giha liser koka xwe mezin dibe'." Qijika qirqirok ji gotinên bazê qet tishtek fêm
            nekir. Ew liser darê ma, qîreqîra xwe domand,
            çavên xwe berdan ser qûnên ker û
            hespan û li benda rixa wan rawestiya.
 |