|  Hevalên Mizgînê li
            dora wê rûnshti bûn û wê ji hevalên
            xwe re qala îzînê xwe ya hisal dikir. Hisal min îzina xwe li ba dapîr
            û bapîrê xwe li gund derbas kir. Min ji gundê
            dapîr û bapîrê xwe pir hez kir. Ez li
            wê derê li ker û hespan siwar dibûm û
            bi kar û berxan dilîstim. Dema ku hêvarî pez ji çêrê
            dihat, me ew berê dikirin hewshê. Her çi dapîrê
            min bizin û mî didotin, min jî serê wan
            digirt. Ji alîyekî ve mî û bizin û
            ji alîyê din ve jî berx û kar dikalîn.
            Wan dixwest, ku ew werin ba hev. Pishtî ku dapîra
            min hemû bizin û mî didotin, bapîrê
            min berx û kar berdidan nav pêz. Berx û kar
            derhal bilez li dayîkên xwe digarîyan, ew zû
            didîtin û dest bi mêtina gihanên dayîkan
            dikirin. Wexta ku wan gihanên dayîkên xwe dikirin
            devê xwe hema liser erdê çok vedidan. Dayîkên
            wan jî nema dikalîn. Wan bi awakî bextîyarî
            devê xwe radikirin jor û didan kayînê
            (kayîkê). Ez yek bi yek li nav wan digerîyam
            û min destên xwe raser pishta wan dixist. Min ji
            wan hemûyan û wan jî ji min pir hez dikirin.
            Jibo vê yekê min qet nedixwest, ku ez ji gund vegerim
            bajêr. Dema ku ez ji gund vegerîyam, çavên
            min tijî hêstir bûn. Dapîra min ez kirim
            ber pêsîra xwe û got: "Mizgîn, berxa mine delal, jibo
            çi tu wergî melûl dibî? Tu dikanî
            sala tê dîsa werî gund." Çaxê ku min ew bihîst,
            min li dayîka xwe mêzekir û wê jî
            li min nêrî û got: "Mizgîn, ezê sala tê
            te dîsa bînim gund, tu dikanî dîsa bi
            kar û berxan bilîzî." Min derhal bazda cem dayîka xwe, pîyên xwe
            li sitûyê wê werdan, pir caran ew maç
            kir û got:
 "Zor sipas jibo te dayîka mina
            shêrîn!"
           |