Kurm. | Kirm. | Tr | D |   | 
    
      ÇEND GOTIN
      LI SER MAFÊ PERWERDE
      BI ZIMANÊ
      DAYÎKÊ
      Aydin
      Bingöl
       
      Ziman nasnameya netewî ye 
       
      Ziman, despêka civakbûna mirovahiyê ye. Mirov
      hebûneke zana û civakî ye. Li gor vê
      yekê mirov bi bikaranîna ziman dibe xwediyê
      kesayetî. Mirov dikare bibêje ku ziman bingeha raman
      û maddibûna zanistî ye.    
      Wateya zimanê ferhengê ev e: " Ji bo îfadeya
      raman, hîs, serwextbûn, bikaranîna hemî
      sembol û taybetî kombûna sembolên dengan
      e". Taybetên ziman yên esasî, axaftin,
      guhdarbûn, xwendin û nivisandin e. 
      Hebûnî ya civakiya ziman em bi vî awayî
      dikarin binirxînin: Hemû nirxên ku civakên
      netewî afirandine, li gor xwe xwediyê azadiyekê
      ne. Ev taybetiyên cudayî û orjînî
      di ziman û zanebûna netewan de vekirî tên
      xuyakirin. Bi vê re ziman û zanebûn nasnameya
      netewî ye. 
      Li gor van nirxandinan cihê zimanê Kurdî û
      rewsha wî ya li parçeyên Kurdistanê
      çi ye? Pewîst e were analîzkirin. Li bashûrê
      Kurdistanê  herçiqas perwerdeya zimanê Kurdî
      çêbe jî, dîsa li ser ziman çewusandin
      heye. Li rojhilatê Kurdistanê perwerdeya zimanê
      Kurdî tune. Li malan, gundan tê axaftin. Li rojava
      bashûrê Kurdistanê rewsh wek rojhilatê
      Kurdistanê ye. Lê li bakûrê Kurdistanê
      rewsh gelek cuda ye. Axaftina zimanê Kurdî qedexe
      ye. Çewusandineke pir dijwar heye. Bi her cure asimilasyon
      û hewildayinên tunekirina zimane Kurdî, ji
      aliyê dewleta dagirker ya Tirk ve hatiye birêvebirin.
      Di bin wan mercan de jî, pêshxistin û gêshkirina
      zimanê Kurdî re derfet nemaye. Ez dixwazim bi taybetî
      li ser ev rewsha bakûrê Kurdistanê rawestim. 
      Dewleta dagirker vê xususê di zagona xwe ya bingehin
      de wiha îfade dike: "Li Tirkiyê zimanê
      fermî tirkî ye. "Di saziyên perwerdeyî
      û dibistanan de bilî zimane tirkî bi tu zimanan,
      wek zimanê zikmakî xwendin û perwerde nayê
      çêkirin". 
      Birêvebirina qedexe û asîmilasyona ziman di
      dibistanan de dest pê dike. Ji bo asîmilasyonê,
      dibistan saziyê herî giring e. Bash e, cihê
      perwerde di dibistanan de ew birêvebirin çawa dest
      pê dike?  Zarokek shesh salî ji aliyê raman
      û biyolojîk de êdî hatiye dema perwerdeyê.
      Di nav afirandinên pedagojîk de ji bo zarokan tishtên
      herî girîng hînkirin û dewlemendkirina
      gotinan e. Tishtên ku dibîne, dibihîse û
      dijî bikaribe bîne ziman û îfade bike.
      Zarok pêwîst e bi van taybetiyan perwerde bibe. "
      Riya îfadeya ramanê ziman, ramanên ku bi ziman
      ne hatibin îfadekirin, hebûn û tunebûna
      wan jî nayê fêmkirin." " Xurtkirina
      zanebûnê bi bikaranîna ramanê mumkun
      e." 
      Ev firsend ji zarokên Kurdan re nayê dayîn.
      Zarokek shesh salî li gor temenê xwe xwediyê
      xezneya gotinan e. Zarok bi van gotinan hingî dikare xwe,
      hawuldorên xwe û zanabûnên xwe bîne
      ziman. Lê di dibistanên tirkan de zimanê wê
      sedî sed qedexe ye. Zimanê tirkî  jî,
      ku bi zore didine ber wê, nizane an jî pir hindik
      dizane. Ji ber vê yekê derfetên ku bikaribe
      xwe ifade bike tune ye. Di nav shashbûnekî de ye.
      Di nav bêçarebûnekî de ye. Di vê
      pêvajoyê de her rojên derbaz dibin de li vê
      shashbûn û bêçarebûnê, bi
      dibistanên tirkan re nelihevhatin û tirs jî,
      zêde dibe. Di nav vê pêvajokê de zarok
      yek zimanekî axaftinê dizane; ew ji zimanê
      Kurdî ye. Ji ber ku ev ziman, zimanê wê yê
      zikmakî ye, li ser zarok û tishtên ku ji malbat
      û hawildorên xwe hîn dibe ve giredayî
      ye. Zarok zimanê dayîkê wek perwerdeya ku jê
      re hatiye dayîn de hîn dibe. Di vê pêvajokê
      de zarok perwerdeya ku di malbat û civakê de hiltîne,
      di mejiyê wê de bi cî dibe. 
      Ji aliyê din zarok, hawildorê xwe nas dike, geshbûna
      xwe didomîne û bi der-dora xwe re dikeve tekiliyan.
      Ev dem ji du salîyê xwe de destpêdike. Dîsa
      di vê demêde zarok bi deng û wêne pergalên
      asîmîlasyonê ya herî girîng televizyon
      û radyoyê nasdike.  
      Malbata zarok, di salên beriya dibistanê de navenda
      psiko-civak a dinyaya zarokan e. Ew rewsh, li ser dinyaya ramana
      zarokan jî direkt bandorî dike û bi wê
      re girêdayî ye. Di dema dibistanê de jî,
      ji zarokên Kurdan re bi alîkariya dest û îsharetan,
      bi metodên lêxistinê, bi birevebirin û
      metodên ku nemirovahiye bi çewusandina kesayetê
      û bi zorê hewildayîna perwerdeya tirkî
      tên kirin. Mamoste di vê mijarê de roleke mezin
      dilîze. Ji mamoste ew te xwestin: Gereke bi zorê
      zimanê tirkî bide perwerdekirin. Ew jî, wê
      dike. Mamoste, Kurd, çep an humanist be jî, guhartinekê
      çê nabe. Ji ber ku sîstemekî heye û
      mamoste jî, perçeyeke vê sîstemê
      ye. Sîstemê temam dike û birêve dibe.
      Di encamê de zarok ji zimanê xwe tê qetandin.
      Bê nasname dimîne. Ango li vir asîmîlasyon
      pêk tê. Di vê radeyê de girîngiya
      metoda ku tê birêvebirin namîne. Metod çî
      dibe bila bibe, qetandina ji zimanê zikmakî ku ev
      mafeke bingehiye û bê wê nabe, shuna wê
      de rikandineke zimanê biyanî û asîmîlêya
      zimanê zikmakî derwayê mirovahî, dijî
      demê û disa dijî rêwishta mirovahiyê
      ye. Axaftin, raman û perwerde bi zimanê zikmakî
       mafên bingehî ne. Hemû mafên bingehîn
      bi zorê ji dest tê ye derxistin. Gelo mafeke ku bi
      zore dest hatibe derxistin mirovahîbûna wê
      mumkun e ? 
      Felsefeya perwerde û hînbûna dewleta Tirk ramana
      fashizm û nijatperestiya Tirk e. Ev raman ji zanistiyê
      dur e û di xizmeta sherê psikolojîk de ye.
      Sîstema perwerde ya komara Tirk, bilî  çanda
      tirk hemî çandan asîmîle dike û
      bi armanca tunekirinê programa çêdike. Ew
      bi armancên siyasî hatine girêdan û qerergahên
      sivîlîn. Di van qerergahên sivîl de,
      li gor tirkbûnê motivasyonên tênekirin,
      çalakiyên tirkkirinê têne birêvebirin.
      Her sibe bi zarokan gotina "Tirk im, rast im- Tirk im serfiraz
      im"  bi zore didine xwendin û didine ezberkirinê.
      Dîsa bi vê metodê dîrok, wêjê
      û çanda tirkan tên perwerdekirin. Bi metodên
      herî nijadperest, shoven û dijî demê
      dixebitin ku shiklekî bidine zarokan. Bi vê awayê
      zarok ji nasname û ramanê xwe têne qetandin,
      digehênin nasnameyeke tirsonek û çewisandî.
       
      Sîstema perwerde ya komara Tirk ramana
      zanistî înkar dike. Xwediyê motîvasyoneke
      bilî zanisti ye. Di vê sîstemê de zarok
      her roj rastî û cudabûna civaka xwe bi zorê
      inkar dike û ji bo vê sîstemê dikeve
      nav psikolojî ya derewê. Ji bo zarokan dibistan dibe
      cîhê derew û ew derew li vir vedigere pratîkê.
      Li aliyê din di vê sîstemê de afirandinên
      ku têne xwestin evin: " Hemwelatiyeke bash" kesê
      ku lêkolîn nake, pirs nake û li dijê
      fermanan dernekeve tê xwestin. Ev qedexekirin û biyanîkirin
      ya sistema perverdeya komara Tirk di hemî pêwajoya
      perwerdeyê de berdewam dike. Helbet zanabûneke ku
      ji bingehên xwe hatiye qetandin, gesh nake, pêshve
      naxe, bileksevî pêshî li perwerde yê
      digre. Zarokeke ku bi zimanê dayika xwe biaxife, xwe azad
      dibîne û perwerde yê jî, hîn bileztir
      hîn dibe, his û ramanên xwe jî dikare
      bi vekirî îfade bike. Ji xwe bawerî çê
      di be, kesayet û nasnamêya wê digîhe
      hev.  
      Di encamê de mirov dikare bibêje hem ji aliyê
      kesan, hem jî, ji aliyê civakî de bikaranîna
      ziman di xala hebûn û tunebûnê de digêhe
      hev. Eger di kesan û civakan de mafê hebûnî
      û mafê jiyanê mafeke bingehîn be, ziman
      jî ku ji jiyanê nayê veketandinê û
      wê temam dike dibe mafeke bingehîn. Ji ber vê
      sedemê xwestina mafê perwerdeya zimanê zikmakî
      di cîh de ye, biryareke rast û pêwîst
      e. Em perwerdekar jî, vê mafe biparêzin, geshbikin
      û pêshvebibin. Zimanê zikmakî di nav
      pevendiyên civakî de ciheke wisa digre ku jiyanê
      çedike. Disa di pêvajoya civakî de di dijberiyên
      civakî de roleke bingehîn dilîze.  
      Di vê mijarê de ji bo me Kurdan perwerde ya bi zimanê
      zikmakî, di hemî pêvendiyen civakî de
      bikaranîna Kurdî, bi zimanê xwe çêkirina
      huner, wêje, folklor û hwd. gelek pêwîst
      e. Disa gelek pêwiste ku siyaset, felsefe û hemî
      beshên zanistî de em zimanê xwe bikar bînîn.
      Ev ji bo civakbûn û orjinalîta me jî
      pêwist e. 'awa ziman ramanê gesh kiriye û ji
      vê demê shunve mirov bûye mirov, wisa jî,
      ji bo mirovbûna me bikaranîna zimanê me yê
      zikmakî pewîst e. Parastina wê mafê ne
      bes e. Ji bo vê tekoshîn û xebatên bi
      encam pêwîst e. 
       
       
      
         
       
     |