Pirtûkên Kirmanckî

 Kurmanckî
 Niyade, binivisne, birengne


Kurm. | Kirm. | Tr | |

Xebatên ku di van rûpelan de bi Kirmanckî ne. Jibo dîtina hin nimûneyan ji van xebatan pêwîst e, ku meriv here rûpela "Kirm" --> Kirmanckî.


Pirtûka "Niyade, Binivisne, Birengne" wisa hatiye amade kirin, ku mirov bikanibe bi pirtûka "Wendene Roshtî ya" re bi kar bîne.

Mîna tê zanîn, zarokên Kurd, bêyî perwerdeya berdibistanî diçin xwendegehê. Di bikaranîna pênûsê de dê hin dijwarî hebin. Daku ev dijwarî bên hilanîn û zarok bi dilxwazî fêr bibin, berî derbasbûna tîpeke nû, hin rahênên alîkar, hatine amadekirin. Lê, li gor kanîna zarok, dibe ku bikaranîna van rahênan ne pêwîst be.

Bi taybetî di fêrbûna tîpên destpêkê de, divêt mirov bala xwe bide ser, ku zarok pêshî bi tiliya xwe, pashê bi pênûsê, bi aliyê tîrê ve, li ser nivîsandina tîpan biçe. Lê pir giring e, ku zarok ji pinta rast dest bi nivîsandina tîpan bike. Gava ne wisa be, hingê ji pê re, zarok dê di destnivîsê de dijwariyên mezin bibînin.

Weke merceke bingehîn, heke zarok tîpên berê bash hîn nebin, divêt mirov derbasî tîpeke nû nebe.

Tevî ku ev xebat ne encama sihêtkirin û serboriyan e, em bawer in, ku gava ev pêkanînên pêshneyarkirî bi cih bên, emê di pêsherojê de berhemên giranbiha bibînin; yên ku me pir dilshah û bextiyar dikin.

Nîshandeka stêrkê ku li jêrî rûpelan hatiye danîn, ji bo mamoste ye.

 

© Alan DILPAK - Lerzan JANDÎL