vegere
         
        
          | 
            Kurteçîrok  | 
         
        
          | 
            Gotar  | 
         
        
          | 
             Nimûne | 
         
        | 
    
       Î. Nasso ji bashur-rohavaya Kurdistanê,
      Chiyayê Kurmênc e. 
      Ew ji herêma Robarîya, gundê Bênê,
      girêdayî Efrînê ye.  
      Ew sala 1948 ji dayîka xwe bûye. 
      Wî xwendina dibistanî li Bênê
      û Helebê xwendiye. Ji sala 1971 ve Î. Nasso
      li Almaniya dijî. Wî xwendina zanîngehî,
      beshê "Endeza Kompûter û Gerandina Înformasiyonan"
      sala 1979 li Berlînê qedandiye. 
      Î. Nasso ji zû ve mamostetîya
      zimanê kurdî dike. Ew kursên  
      kompûter jî bi Kurdî, Erebî, Almanî
      û Înglîzî pêshkesh dike. 
      Ew wergêrê gishtî yê sondxwerî
      ye, liba dadgeh û notarên  
      Berlînê, jibo zimanên Kurdî, Erebî
      û Almanî.  
      Î. Nasso mamostê "Zanîngeha MED"
      e û dersên zimanê kurdî, 
      bi zaraveya kurmancî jibo hemû temashevanan pêshkesh
      dike. 
      Ew salê 4 kursên zimanê kurdî li "Înstîtûta
      Kurdî jibo Lêkolîn 
      û Zanistê" li Berlînê pêshkesh
      dike. 
      Mamoste Nasso "Her Char Bingehên
      Hesêb û Hin Biwêjên  
      Matêmatîk" bi Kurdî, bi alfabêta
      latînî amade kirine û ew  
      jibo mamostên kurd di pirtûkeke matêmatîk
      de, bi navê "Matêmatîk I, Cîhana
      Jimaran, jibo Pola Yekemîn", bi awayekî 
      rengîn, bi kar anîne. 
      Wî pirtûkek bi navê "Mijarên Zanîngeha
      MED, Dersên Zimanê  
      Kurdî, beshê yekem, 30 Ders" bi zaraveya kurmancî,
      bi rengên kesk û sor amade kiriye.  
      Di vî warî de, ew beshê duyem jî amade
      dikeye. 
      Î. Nasso liser hin pirtûkên
      din jî dixebite, yên ku di demeke  
      nêzîk de dê werin weshandin. Wî hin gotar
      jî di kovarên wek 
      Lêkolîn, Aveshîn, Zend ... de nivîsandine. 
      Mamoste Nasso alîkarî di hin
      pirtûkên perwerdeyî de jî kirine, 
      yên ku bi zaraveya kurmancî hatine weshandin.  
      Ew bi kêfxweshî, wek mamostê zimanê kurdî,
      digel mamoste 
      Alan Dilpak dixebite, jibo standardkirina zimanê kurdî,
      zarava 
      kurmancî, di warê perwerdekirina zarokên kurd
      de. 
      Di demeke pir kurt de hûnê
      li hin berhemên mamoste Î. Nasso 
      di "Înternêt" de temashe bikin.  
       E-mail: inasso@t-online.de
      |