Alan Dilpak kî ye?

 Kirmanckî

 
vegere

Kurteçîrok 

Gotar 

 Nimûne

Alan Dilpak ji herema Gurgumê ji gundekî bajarê Elbistanê ye. Malbata wi Kurd û Elewî ye. Ew zarokê 6. yê dawî û "lawê bi tenê" ye. Ligor gotina bavê wî, dema ku ew hatibû dinyayê, wan ew wek zarokekî bi temena yeksalî dabûn qeyid kirin. Lê ligor gotina dayîka vî jî; dema ku Alan Dilpak hatibû dinyayê çîçek li daran diketin û apê wî yê Elî ji leshkerê hatibû. Jibo vê yekê Alan Dilpak nizane, ku ew kingê ji dayîka xwe bûye. Ew dibê, ku emrê wî nezikî 50 salan e.

Jibo ku Alan Dilpak here dibistanê (xwendegeh) malbata wî bi wî re gund bi gund û bajar bi bajar bû qoçber.

Ji zulm û destzorîya cûnte ya leshkerî ya tirk di sala 1972an de, du sal zindan jî ketin para Alan Dilpak. Pisht re wî zanîngeha Hacettepe li Ankara qedand û bi hatine cûnteyeke nû, di sala 1980an de, ew derket dervayî welêt.

Alan Dilpak ji sala 1981an vir ve li Almanyayê wek mamostekî zimanê Almanî jibo ciwanên bîyanî dixebite.

Alan Dilpak dixwaze bi xebat û berhemên xwe yên jibo perwerdekirina zarokên Kurd ya zimanî, dijî qetlîyama çandî liser Kurdan derkeve û ser hilde.

Alan Dilpak zewicî ye û bavê keç û lawekî ye.



E-mail: dilpak@alan-dilpak.de