Kurteçîrokên bi Kurmancî 

 Kirmanckî

[Sira Jiyanê Qijikê[Xewna Shîlanê] [Kurmê Çavbirçî] [Mizgîn li Gund
[Hevaltîya shêr û rovî]  


Kurm. Kirm. Tr D |
 

 

 
 
Mizgîn li Gund

 Hevalên Mizgînê li dora wê rûnshti bûn û wê ji hevalên xwe re qala îzînê xwe ya hisal dikir.

Hisal min îzina xwe li ba dapîr û bapîrê xwe li gund derbas kir. Min ji gundê dapîr û bapîrê xwe pir hez kir. Ez li wê derê li ker û hespan siwar dibûm û bi kar û berxan dilîstim.

Dema ku hêvarî pez ji çêrê dihat, me ew berê dikirin hewshê. Her çi dapîrê min bizin û mî didotin, min jî serê wan digirt. Ji alîyekî ve mî û bizin û ji alîyê din ve jî berx û kar dikalîn. Wan dixwest, ku ew werin ba hev. Pishtî ku dapîra min hemû bizin û mî didotin, bapîrê min berx û kar berdidan nav pêz. Berx û kar derhal bilez li dayîkên xwe digarîyan, ew zû didîtin û dest bi mêtina gihanên dayîkan dikirin. Wexta ku wan gihanên dayîkên xwe dikirin devê xwe hema liser erdê çok vedidan. Dayîkên wan jî nema dikalîn. Wan bi awakî bextîyarî devê xwe radikirin jor û didan kayînê (kayîkê). Ez yek bi yek li nav wan digerîyam û min destên xwe raser pishta wan dixist. Min ji wan hemûyan û wan jî ji min pir hez dikirin. Jibo vê yekê min qet nedixwest, ku ez ji gund vegerim bajêr. Dema ku ez ji gund vegerîyam, çavên min tijî hêstir bûn. Dapîra min ez kirim ber pêsîra xwe û got:

"Mizgîn, berxa mine delal, jibo çi tu wergî melûl dibî? Tu dikanî sala tê dîsa werî gund."

Çaxê ku min ew bihîst, min li dayîka xwe mêzekir û wê jî li min nêrî û got:

"Mizgîn, ezê sala tê te dîsa bînim gund, tu dikanî dîsa bi kar û berxan bilîzî."


Min derhal bazda cem dayîka xwe, pîyên xwe li sitûyê wê werdan, pir caran ew maç kir û got:

"Zor sipas jibo te dayîka mina shêrîn!"

[Sira Jiyanê Qijikê[Xewna Shîlanê] [Kurmê Çavbirçî] [Mizgîn li Gund
[Hevaltîya shêr û rovî]  
 

vegere jor