Kurteçîrokên bi Kurmancî 

 Kirmanckî

[Sira Jiyanê Qijikê[Xewna Shîlanê] [Kurmê Çavbirçî] [Mizgîn li Gund
[Hevaltîya shêr û rovî


Kurm. Kirm. Tr D |
 

 

 
 

Kurmê Çavbirçî

 Berî demeke dûr û dirêj kurmekî sêvan li baxçeyekî jiyana xwe dikir. Ew pir biçûk û jar bû. Loma navê wî kiribûn Ziravo.
Rojekê Ziravo ji xwe re ponijî û di dilê xwe de got:


"Heke ez tishtên xwesh pir bixwim, bêguman ezê zûtir mezin û hêzdar bibim."


Bû roja din, Ziravo ji xew rabû û zû dest bi xwerina sêvên mezin kir. Ew ji sêvekê xushîya sêveke din, heya ku geza xwe li wan gishtan xist. Wî zikê xwe tijî kir, lê çavên wî hên birçî bûn.

Ziravo xusha xwe berdewam kir û sêvine din jî qul kirin. Bi vî awayî darên sêvan nema kanîbûn cura vî kurmê qeshmêr debar bikin.

Dar bi hevdu shêwirîn, hemûyan shora xwe kirin yek û bi awayekî nazik ji Ziravo re gotin:


"Ziravoyê hêja!
Eger tu birçî bûyî, berê sêvekê bi temamî bixwe! Dema te têr nexwer, here ser sêveke din jî! Carekê li dora xwe binêre! Çaxê tu hemû sêvan gez dikî, ewê qul dibin û ditixin. Pashê emê pîs xwiya dikin û kes me çeleng nabîne."

Ziravo guhê xwe neda ser gotinên daran, bi wan kenîya, bi diranên xwe kir zîrkezîrk û xusha xwe domand.


Rojekê çavê Ziravo li sêveke sor ya pir mezin ket. Ew sêv pir xweshik bû. Wê bala Ziravo pir kishand. Av bi devê Ziravo ket û wî diranên xwe yên pêshîn tûj kirin.

Pashê xushiya ser wê sêva hêja, bi gezan pêket û pêde çû. Ziravo tama wê sêvê pir eciband û nexwest wê bi tukesî re par bike. Wî bi sehetan tim xwer û li dora xwe qe nenêrî.

Ew hêdî hedî kûrtir bi hundirê sêvê ve çû, heya ku ew gihîsht navika wê.

Ji nishka ve çavên Ziravo li hin gilokên mor ketin. Ew pir bûn û li nêzîkî hevdu hatibûn danîn. Tishtên werga hên Ziravo di jiyana xwe ya kurt de nedîtibû.

Ew dendikên sêvê bûn. Wan bala Ziravo zaf kishand.

Ziravo di ber xwe de kire kurepis û bawer kir, ku ew dendik dê hên xweshtir bin. Ziravo xwe hêdî hêdî nêzîkî dendikan kir û dît, ku tu xeter ji wan nayê. Wî xwe avêt ser dendikan û bilez geza xwe lêxist.

Yekser dengê xirpînîyê bi devê wî yê biçûk ket. Herdu diranên Ziravo shikestin. Ziravo hêvî dikir, ku dendikên sêvê jî wek wê nerm û shêrîn in. Lêbelê ew pir hishk û tehl bûn.

Devê Ziravo zaf êshîya û ew pir melûl bû. Ziravo kete ramanên kûr û ji xwe re got:

"Ew tishtê ku herdu diranên min shikandin, pir hishk û tehl bû. Navê wî bêguman Hishko ye."

Jiber êsha diranan Ziravo xwerina sêvê rawestand. Wî dixwest pishtî veheseke biçûk pashve vegere.

Ziravo bi rojan û bê rawestan tim ji wê sêva xwesh xwer û ew zaf qaling bûyî bû.

Mirov dikanîbû jêre Qelewo bigota. Çaxê Qelewo hewil da, ku vegere mal, dît ku problêmeke nû ji wî re derketiye. Jibo qelewbûna bejna wî ew nema di qulê re derbas dibe. Ew nema dikane rêka xwe û derê qulê jî fere bike, jiberku diranên wî jî shikestibûn.

Qelewo bêhêz xwe di navika sêvê de kilor kir û kete raman û tirsên kûr. Berê, Qelewo azad bû. Ew bilez, ligor dilê xwe ji sêvekê dixushîya sêveke din. Wî ew demên xwe, yên xwesh anîn bîra xwe û pir xemgîn û melûl bû.

Lê niha Qelewo di cihekî teng de hesiriye û pir ditirse.

Qelewo di dilê xwe de got:

"Dê çito be, eger ez nema kanibim tava royê bibînim."

Bi vê xem û xeyalê wî dest bi girî kir.

Dilê dendikeke sêvê bi Qelewo shewitî û jê pirsî:

"Tu çima haqas digirî û melûl î?"

Qelewo bi dilekî xemgîn çîroka xwe ji dendikê re hewalda. Dendik ponijî û pashê ji Qelewo re got:

"Ez dikanim ji te re bibêm, ku tu çawa ji vê derê derkevî der. Lê mercekî min heye! "

Qelewo zaf sha bû û derhal got:

"Ez bi mercê te razî me."

Dendikê lê vegerand û got:

"Raweste, raweste! Ne werga bilez! Ev merc ne haqas hêsan e. Divêt tu sozekî rast bidî me, ku tuyê di pêsherojê de bê hesab sêvan qul nekî û haqas pir nexwî. Bila zîyana te jî negihîne tukesî!"

Bi dengekî melûl Qelewo bersiv da:


"Ez soz didim te, wekî tu dixwezî, birayê min Hishko!"

Hishko pirsî:


"Ti çima berê xwe naguherî û bi derva naxushî?"

Qelewo bersiv da:


"Ez qaling bûme û nikanim di qulê re derbas bim."

Pishtî vê bersivê Hishko got:


"Divêt tu niha zû xwe zirav bikî!"

Qelewo pirsî:


"Çito ez xwe zirav bikim?"

Hishko bersiv da û got:


"Jiberku tu pir çavbirçî bû, pêwîste, ku tu cezakî bikishînî. Tu derhal xwerinê nexwî û dest bi sportê bikî. Bi vî awayî tuyê zû zirav bibî û dîsa kanibî di qulê re derbas bibî."

Ev gotina Hishko kete serê Qelewo. Wî derhal xwe birçî hîsht û dest bi sportê kir.

Qelewo her roj xwe virde wêde vegevizand, xwe berjor û berjêr kir, xwe vezeland û kishand hev.

Pishtî çend rojan Qelewo xwe bash jar kir.
Mirov kanibû dîsa jêre Ziravo bigota.
Bi vê encamê ew pir sha bû.

Lêbelê qasî ku ew di navika sêvê de berjor û berjêr hilpekîya û ba jî pir mekin bû, sêv ji darê qetîya.

Sêv "peeet" li erdê ket û wekî balonekê li erdê pelixî.

Ziravo nizanîbû ku çi bûye. Wî bawer kir, ku erd hejîyaye. Ziravo berê ji tirsan çavên xwe girtin û xwe li erdê nelivand. Pishtî demeke kurt Ziravo hêdî hêdî çavên xwe vekirin û tava royê dîsa dît.

Dema Ziravo sêv di ser xwe re bi darê ve dîtin, ji nû ve bawer kir, ku ew rizgar û azad bûye.

Shabûna wî bê sînor bû.

Ziravo pir birçî bûbû. Zikê wî dikire qurequrê.
Çaxê Ziravo hewil da, ku dîsa bixushe ser darê, sozê ku dabû dendikê hat bîra wî. Jixwe diranên wî jî shikestîbûn. Ew neçû ser darê, lêbelê vegerî ser sêvên libin darê, liser erdê.
Pashê wî got:


"Bashtir e, ku ez sêvên nerm li erdê bixwim. Heya ku diranên min ji nû ve dernekevin, jixwe ez nikanim tishtên hishk bixwim. Pêwîst e sozê ku min dabû Hishko jî ez ji bîr nekim."

Bi vî awayî Ziravo ji wê rojê û pê ve tim li sêvên nerm gerîya.

Mixabin em nizanin, ku Ziravo sûd ji serpêhatîya xwe dît, yan jî ew dîsa vegerîya ser adeta xwe ya kevin!

[Sira Jiyanê Qijikê[Xewna Shîlanê] [Kurmê Çavbirçî] [Mizgîn li Gund
[Hevaltîya shêr û rovî
 

vegere jor