m.

Gotarên bi Kurmancî

 
pêshveçûna zimên - [1] [2] [3]  
zimanê dayîk çi ye?  
perwerde

 Kirmanckî 


Kurm. Kirm. Tr D |

DIYARBÛN Û PÊSHVEÇÛNA  ZIMÊN - [1] [2] [3]

Alan Dilpak

 

Tishtanok (metelok, mamik) die pêshveçûn û bikaranîna zimên de jibo zarokan roleke giring dilîzin. Jiber vê yekê em dixwezin bi metelokekê dest bi gotara xwe bikin.

Dernakeve ji mal'e,
Hem ciwan e, hem kal e,
Geh shûr e, geh mertal e,
Hem neyar e, hem heval e,
Geh shêrîn e, geh tal e,
Geh rastî ye, geh xeyal e.

Wek tê zanîn du bersivên vê tishtanokê hene û herdu bersiv jî «ziman» in. Carekê ziman wek organeke lashî û carekê jî wek hacet, daringeke jibo danûstandinê, yanê sîstêma zimên dibe bersiv. Di vê gotara me ya hiro de, em dixwezim liser sîstêma zimên û bi rastî jî liser diyarbûn û pêshveçûna zimên bisekinin.

Gelê kurd di jiyana xwe ya çandî de ziman di hin pêshgotinên xwe de jî bi kar anîye. Ligor dîtina me her tishtên, ku mirov di derheqê zimên de bibê, di van pêshgotinên jêrîn de bi wateyeke (mane) rastî hatina gotin.

Ziman bê hestî ye.
Ziman girtî ye, serî bi rehetî ye.
Ziman him dost e, him dujmin e.
Ziman ne kash e, ne kendal e.
Ziman kilîta dilan e.
Ziman karkerê xwedîyê xwe ye.
Zimanê dirêj edû yê serîyan e.
Zimanê mirov bela serê mirov e.
Zimanê sor e, pêshiyê ne gelî ye, ne zihor e.
Zimanê xwe bibire, ciyê xwe bikire.
Zimanê wî nebûya, qijikan dê çavên wî derxistina.
Zimano leqleq o, serîyo teqteq o.

Wek di vê pêshgotina me ya kurt de jî hatîye ber çavan, mirov dikane zimên bi vî awayî tarîf (Definition) bike.

ziman:

Ziman taybetîyeke mirov e û ev nîshandek wî ji hebûnên din yên jiyandar cuda dike. Mirov jî wek tebayên pêshketî hest, êsh û janên xwe bi hin dengên xweristî (xwezayî, tebî) ashkere dike. Mirov dikane liser bûyerên buhirtî û pêsherojê fikir û ramana xwe bîne zimên û raman û plana xwe dîyar bike. Jiberku zimanê mirov ji dengên xweristî bêtir sîstêmek e. Ew ji hin îsharet û sîmbolan pêktê. Her îsharet û sîmbola zimanî xwedanê yek wate û deng e.
Bi kurtahî mirov dikane bibê, ku ziman, sîstemeke îsharetan jibo danûstandinê (Komunikation) ye.

Mirov zimên bi nivîskî û devkî pêk tîne. Ziman du grûp in:

1- Zimanên xweristî (3300 - 5000 ziman hene)
2- Zimanên çêkirî (wek; EDV, Esperanto, LOGLAN --> LOGican LANguage)

Hînbûna Zimên:

I– zimanê yekem (zimanê dayîk)
II– zimanê duyem
a) hînbûna zimanê duyem bi shêweyê xweristî (bê dersên dibistanî)
b) hînbûna zimanê duyem bi shêweyê dibistanî (hînbûna zimanê bîyanî)

Gavên pêshveçûna zimên:

Jibo ku em diyarbûn û pêshveçûna zimanê zarokekî bash berçav bikin û naveroka zimanê dayîk (Definition) dagirin,
     
em dixwezin Rindo bi rê kin û bi hev re peyasa (macereya) Rindo ya zimanî seh kin. Rindo hiro hatiye dinyê û temenê wî niha dest pê dike.

0;0 - 0;6
   
Rindo diqêrîne. Lêbelê qêrînên Rindo hên ne ziman e. Dîsa jî Rindo di demeke kurt de fêr dibe, ku ewê bi qêrînên xwe xwestekên xwe guhbîste kesên der û dora xwe bike. Qêrînên Rindo yên xweshilkirinê û birçîbûnê ne wek hev in. Bi vî awayî Rindo hin dengan pêk tîne. Ew deng dê bibin bingehên zimanê Rindo yê pêsherojê.

0;6 - 0;8
   
Rindo dikeve têkilîyê. Dema ku dayîk daxive, Rindo bi balkêshîyeke mezin guhdar dibe. Ew fêrî dengên nû dibe, yên ku lêkolînvan wek "dengên-Lall" bi nav dikin.
Dayîk dibê "Tu Rindoyê delal î". Rindo bi "ba ba ba" yan jî "ma ma ma" li dayîka xwe vedigerîne.

0;9 - 0;11
   
Rindo êdî dest bi texlîtan û zarvekirina dayîka xwe dike. Bi vî awayî gotinên ku bi piranî ji kîteke tenê pêktên ducar dike.

0;9 - 0;11
   
Dayîka Rindo tê û shûshe di dest de ye. Rindo pir sha dibe.
Rindo wateya hatina dayika xwe û ya shûsheyê di destê wê de dizane.
Ew êdî wateya hin rabûn û rûnishtinan fêm dike. Carna bi ken û carna jî bi girî û qêrîn xwestina xwe dide zanîn.

1;0 - 1;6
   

Rindo niha ketiye bergehê, ya "ji serpêhatîyan ta çêkirina dengan".
Qêrîna mangeyê "Mû", di mijîyê Rindo de wek deng û wêne cih digire. Têkilîya wan wek kod dikeve gencîneya peyvan ya Rindo.

 

 


 
pêshveçûna zimên - [1] [2] [3]
[zimanê dayîk çi ye?] [perwerde

vegere jor