Pirtûkên Kurmancî

 Kirmanckî
 Xwendin ronahî ye

 nimûne:

 [1] [2] [3]


Kurm. Kirm. Tr D |

Pirtûka "Xwendin Ronahî Ye" wisa hatiye amade kirin, ku mirov bikanibe bi pirtûka "Binêre, Binivîsîne, Birengîne" re bi kar bîne.

Me bi pêkanîna hin nîshanan xwestiye, ku hînbûn bi van pirtûkan hên asantir bibe. Pirtûk ji aliyê shêwe (metod) ve wisa hatiye danîn, ku xwendevan bikanibe serbixwe kar bike. Nîshanên ku tên pêkanîn, ji destpêkê ve heya dawiyê, hevaltîya xwendevanan dikin. Loma divêt ev nîshanan ji aliyê xwendevanan ve bash bên naskirin.

Ev pirtûk li ser shêweyê dengan hatiye avakirin. Bi dîtina me, li gor rewsha zarokên Kurd, ev shêwe yê hên bash e. Li hêla din, gava zarok bi vê shêweyê hînî dengan dibin, dikanin wan di her warekî de serbixwe bi kar bînin. Xwendevan her dengê ku nû hînbûye, dikane bi dengên din ve li hev bîne. Her dengekî ku xwendevan nû hîndibe, dikane bi yên berê re, bi awayên din bi kar bîne. Ev shêwe rê li pêshiya zarokan vedike, ku ew serbixwe ji wan dengan, ji xwe re, hin gotinên nû çê bikin.

Ji bona shêweyê hînbûnê, rêza tîpan di pirtûkê de ne li gor Alfabê ye. Ji ber ku her tîpeke nû ku tê fêrkirin, pêwendiya xwe bi tîpên berê re heye, divêt awayê rêza tîpan were parastin.

Ji bo hînbûneke rast divêt shêweyê "dîtin-bihîstin-kirin" tim bi kar bê. Gava yek ji van kêm be, fêrbûneke rast pêk nayê.

Berî ku mirov derbasî dengan bibe, pêwîst e zarok di waneyên (dersên) pêshîn de hin gotinên ku mîna hev dest pê dikin, nas bikin. Wisa pêwendiya zarokan bi dibistanê re saz dibe. Ji bo vê armancê hin wêneyên vê pirtûkê li rûpelên 7-10 an hatine pêshkêshkirin.

Alan DILPAK