Îzedîn Nasso kî ye?

 
vegere

Kurteçîrok 

Gotar 

 Nimûne

Î. Nasso ji bashur-rohavaya Kurdistanê, Chiyayê Kurmênc e.
Ew ji herêma Robarîya, gundê Bênê, girêdayî Efrînê ye.
Ew sala 1948 ji dayîka xwe bûye.

Wî xwendina dibistanî li Bênê û Helebê xwendiye. Ji sala 1971 ve Î. Nasso li Almaniya dijî. Wî xwendina zanîngehî, beshê "Endeza Kompûter û Gerandina Înformasiyonan" sala 1979 li Berlînê qedandiye.

Î. Nasso ji zû ve mamostetîya zimanê kurdî dike. Ew kursên
kompûter jî bi Kurdî, Erebî, Almanî û Înglîzî pêshkesh dike.
Ew wergêrê gishtî yê sondxwerî ye, liba dadgeh û notarên
Berlînê, jibo zimanên Kurdî, Erebî û Almanî.
Î. Nasso mamostê "Zanîngeha MED" e û dersên zimanê kurdî,
bi zaraveya kurmancî jibo hemû temashevanan pêshkesh dike.
Ew salê 4 kursên zimanê kurdî li "Înstîtûta Kurdî jibo Lêkolîn
û Zanistê" li Berlînê pêshkesh dike.

Mamoste Nasso "Her Char Bingehên Hesêb û Hin Biwêjên
Matêmatîk" bi Kurdî, bi alfabêta latînî amade kirine û ew
jibo mamostên kurd di pirtûkeke matêmatîk de, bi navê "Matêmatîk I, Cîhana Jimaran, jibo Pola Yekemîn", bi awayekî
rengîn, bi kar anîne.
Wî pirtûkek bi navê "Mijarên Zanîngeha MED, Dersên Zimanê
Kurdî, beshê yekem, 30 Ders" bi zaraveya kurmancî, bi rengên kesk û sor amade kiriye.
Di vî warî de, ew beshê duyem jî amade dikeye.

Î. Nasso liser hin pirtûkên din jî dixebite, yên ku di demeke
nêzîk de dê werin weshandin. Wî hin gotar jî di kovarên wek
Lêkolîn, Aveshîn, Zend ... de nivîsandine.

Mamoste Nasso alîkarî di hin pirtûkên perwerdeyî de jî kirine,
yên ku bi zaraveya kurmancî hatine weshandin.
Ew bi kêfxweshî, wek mamostê zimanê kurdî, digel mamoste
Alan Dilpak dixebite, jibo standardkirina zimanê kurdî, zarava
kurmancî, di warê perwerdekirina zarokên kurd de.

Di demeke pir kurt de hûnê li hin berhemên mamoste Î. Nasso
di "Înternêt" de temashe bikin.


E-mail: inasso@t-online.de